Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Nûçeya Ser Girtina Hemwelatîyekî Amerîka Piştrast Dike


Michael R. White

Wezareta Derve ya Îranê nûçeya New York Times, ku dîyar kiribû hemwelatîyekî Amerîka li Îranê hatiye desteser kirin, piştrast kir.

Ajansa fermî ya Îranê, IRNA ragihand ku hemwelatîyê Amerîka yê bi navê Michael White bi li bajarê Meşhedê hatiye desteser kirin.

Rojnameya New York Times dabû zanîn ku Michael White yê 46 salî, ku berê di Artêşa Amerîka de bûye, di meha Tîrmehê de dema serdana Îranê kiriye hatiye desteser kirin û bê ku ti tawan li ser hebin hatiye girtin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku Îranê piştî hemwelatîyê Amerîkî desteser kiriye, derbarê wî agahî daye rêvebirîya Amerîka.

Di daxuyanîya Qasimî de nehat eşkere kirin ku Michael White kengî hatiye desteser kirin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG