Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Îran ji Amerîka garantîyê dixwaze ku ew careke din ji peymana navokî ya sala 2015’an dernekeve.
Danûstandinên nerastexwe yên ser peymana navokî yên Washington û Tehranê, ku piştî Îbrahîm Reîsî yê tundrê bo serokomarîyê Îranê hatibû hilbijartin rawestîyabûn, dê di 29’ê Mijdarê de li Vîyana jinûve destpê bikin.
Berdevikê Wezareta Derve ya Îranê Saîd Xatibzadeh berî danûstandin destpê bikin dîyar kir ku divê Amerîka hemî toleyên dijî Tehranê yên di dema Serokê berê Donald Trump de hatine ragihandin rake.
Xatibzadeh herwiha da zanîn ku divê Amerîka qebûl bike ku derketina ji peymanê şaşîyek bûye.