Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran 10 Salên Cezayê Zindanê li Amerîkîyekî Îranî û Bavê Wî yê 80 Salî Dibire


Dadgeheke Îranî îro Sêşemê cezayê 10 sal zindanê li karsazekî Amerîkî yê eslê xwe Îranî û bavê wî yê 80 salî birî.

Ajansa nûçeyan ya Mizan ragihand ku Siamak Namazi û bavê wî Baquer, ku her du jî xwedîyê hemwelatîya dualî ne, hatine ceza kirin, bi sedema ku “ew hevkarî bi hikûmeta Amerîkî ya neyarane dikin.”

Siamak Namazi di Cotmeha 2015’an de, dema hatibû serdana malbata xwe, ji alîyê Pasdarên Îranê hatibû girtin.

Bavê wî Baquer ku nûnerê berê yê UNICEF bû û di dema Şax ê bi piştgirîya Amerîka de, walîtîya Xuzistanê kiribû, roja Înê hatibp desteser kirin.

Wezareta Derve ya Amerîkî îro Sêşemê xema xwe ya mezin li ser cezakirina her du kesan dîyar kir û got ku Siamak Namazi bê sedemeke rastîn hatibû girtin.

XS
SM
MD
LG