Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Terorîst Bûne Sedema Tekçûna Danûstandinên Cenevrê


Cîgirê wezîrê derve yê Îranê Hossein Amir Abdollahian îro Çarşemê dibêje ku tevlîbûna “terorîstan” bûye sedem ku danûstandinên li Cenevre pûç bin.

“Pirsgirêkên ku di danûstandinên Cenevre de derketine, jiber nebûna cudabîrîyên navbera opozîsyon û terorîstan e. Hebûna hîn terorîstan li Cenevre ne tiştekî avaker bû,” Abdollahian ji nûnerê taybet Syria Staffan de Mistura re gotiye.

Îran bi vekirî piştgirîyadiravî û leçkerî dide rejîma Beşar Esad ku dijî tevlîbûna serhildayên Îslamî ye ku wan mîna "terorîst" nav dike.

Danûstandinên Cenevre ji alîyê de Mistura ve hatibû betal kirin, poştî ku rejîma Sûrî bi piştgirîya êrîşên esmanî yên Rûsî dest bi operasyoneke mezin kiribû.

XS
SM
MD
LG