Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Îstixbaratê ya Îranê: 8 Kesên Girêdayî CIA'yê Hatin Girtin


Îranê dîyar kir ku di protestoyan de bi kêmî ve 8 kesên girêdayî Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA) ya Amerîka, ji alîyê karbidestên wan ve hatine girtin.

Ajansa fermî ya Îranê, IRNA ji zarê Wezareta Îstixbaratê da zanîn ku kesên hatine girtin ‘’bi bin navê rojnamevanîyê de, li welatên cihê, bi alîkarîya madî ya CIA perwerde bûne.’’

Wezareta Îstixbaratê ji wan 8 kesan 6 kes di protestoyan ‘’dema fermanên CIA’yê bi cîh dianîn’’, 2 kes jî dema agahî dişandin derveyî welêt hatin girtin.

Protestoyên li Îranê jiber buhabûnê benzînê destpê kiribû.

Karbidestên Amerîka dîyar kiribûn ku ew piştgirîyê didin protestoyan û ew bi gelê Îranê re ne.

XS
SM
MD
LG