Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Amerîka Newêre Êrîşî Wê Bike


Fermandarê Nobedarên Şoreşa Îranî Xulamalî Reşîd got ku Welatên Yekbûyî yên Amerîka û piştgirên wê, jiber ruhê Îranê ya berxwedankar, newêrin êrîşî wan bikin.

“Ku Amerîkîyên tawankar û hevalbendên wan yên Rojavayî newêrin êrîşî me bikin, ew bi xêra ruhê berxwedankar û canfedabûna gelê Îranê û xortên wê ye,” Reşîd got.

Husamedîn Aşena, şîretvanê serokê Îranê Hasan Ruhanî jî li ser Twitterê peyamek da Wezîrê Derve yê Amerîkî Mike Pompeo ku şandina hêzên Amerîkî ji herêmê re provokasyon e.

Aşena got ku hinartina keştîyên şerker ji herêmê re azirandin e û Îranê neçar dike ku hêza xwe nîşan bide.

Serokê Amerîka Donald Trump êvara Duşemê li Qesira Sipî careke din Tehran hişyar kiribû ku ger êrîşî berjewendîyên Amerîkî li Rojhilata Navîn bike, ewê bersîvdaneke pir tund bidin Îranê.

XS
SM
MD
LG