Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Sê Karbidestên Ewlekarîyê bi Kêran Hatin Kuştin


Protestoyên li Îranê yên jiber buhabûna benzînê destpê kiribûn, ji roja Înê vir ve didomin.

Jiber ku Îranê înternet sînordar kiriye, ji wî welatî kêm agahî belav dibin, lê ajansan îro Sêşemê ji zarê medya dewletê ragihand ku li Tehran ya paytext 3 karbidestên ewlekarîyê hatine kuştin.

Ajans didin zanîn ku karbidestên ewlekarîyê hatine kêrkirin.

Kanala dewleta Îranê dîyar kir ku dê bo karbidestên ewlekarîyê yên kuştin merasîm li dar keve.

Li gor daxuyanîyên fermî yên Îranê di protestoyan de 12 xwepêşandaner hatine kuştin, lê jêderên serbixwe didin zanîn ku ew hejmar zêdetir e.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG