Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Fransa Dixwaze Peymana Navokî Bidomîne


Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku ew ji hewildanên Fransa yên bo domandina peymana navokî razî ne.

Yek ji şêwirmendên payabilind yên Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, Emmanuel Bonne bo çareserkirina kêşeya peymana navokî serdana Tehranê kiribû.

Piştî serdana Bonne, Berdevikê Wezareta Derve ya Îranê Abas Musavî daxuyanîyek belav kir.

Musavî da zanîn ku ew jiber hewildanên Fransa yên bo daxistina girjîyê û berevanîya peymanê razî ne.

Wî da zanîn ku Fransa hewil dide ku peymana navokî bidome.

Tehranê roja Duşemê dîyar kiribû ku wan sînorê peymana navokî derbaz kiriye û uranyuma xwe zêdetir kiriye.

Îranê dida zanîn ku welatên Ewrupî, li hember toleyên Washingtonê yên dijî Tehranê piştgirîya wan nakin.

XS
SM
MD
LG