Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran jiber Zêdebûna Pêketîyên Nû yên Korona Careke Din Hazirîya Tedbîrên Tund Dike


Hikûmeta Îranê dîyar kir ku jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona ew dikarin jinûve tedbîrên tund ragihînin.

Li Îranê di du rojên dawî de pirtir ji 200 kesan bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Wezareta Saxlemî ya Îranê da zanîn ku vîrusa korona roja Duşemê 113 kes kuştine û hejmara mirîyên wê vîrusê bûye 8,950.

Berdevikê Hikûmeta Îranê Ali Rabiei gotibû ku gel li îbadetxaneyan û li maşîneyên veguhestinê guh nade mesafeya civakî û ew rewiş rexne kiribû.

XS
SM
MD
LG