Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Xwepêşandanên li Herêmên Kurd yên Îranê de 7 Kes Hatine Kuştin


Rexistina mafên mirovan Hengaw îro Pencşemê ragihand ku di xwepêşandanên do şev yên li herêmên Kurd yên Îranê de herî kêm 7 xwepêşenderên Kurd hatine kuştin.

Koma Mafên Mirovan ya Hengaw, ku binpekirinên li herêmên Kurdan yên Îranê radigihîne, got ku xwepêşanderên Kurd li 10 bajaran şeva Çarşemê rûbirûyê tepeserkirineke tund ya hêzên ewlehîyê yên Îranê bûne.

Çavkanîyekî ji bajarê Sinê (Senendec), paytexta eyaleta Kurdistanê ya Îranê, ji Reutersê re ragihand ku polîsan li malan lêgerînê dikin û bi dehan ciwan desteser dikin û herwiha li kolanan bi sedan polîs bi cîh bûne û rewş gelek aloz e.

Kesê ku nexwest nasnameya xwe ji ber tirsa ewlehîyê eşkere bike, da zanîn ku ew ji rewşa li bajarên ji Banê û Saqizê jî haydar in; li wan bajaran jî do Çarşemê bi dehan ciwanên Kurd hatine girtine, ku di nav wan de yên di bin temenê 18 salî de jî hene."

Hengawê da zanîn ku li bajarê Kirmanşahê jiber gulebarana rasterast ya hêzên ewlehîyê 2 kes hatine kuştin.

Rexistinê wêneyên termê xortekî 18 salî belav kir û got ku ew yek ji kesên hatine kuştin e.

Vîdyoyeke ku derengîya do Çarşemê li ser torên civakî ji Kirmanşahê hatiye belavkirin, nîşan dide ku li ser rêyan agir hatine pêketin û dirûşmên wek "Kirmanşah ciheneme, ev şer e, ev şer e" tê bihîstin.

Hengawê ragihand ku do şev li Kirmaşanê jî 3 endamên hêzên ewlehîyê hatine kuştin û derdora 40 kes jî birîndar bûne.

Rexistinê hevdem got ku yek endamê hêzên ewlehîyê jî li Mahabadê hatiye kuştin û li bajarê Senendac jî, xwepêşanderekî Kurd ji alîyê hêzên ewlehîyê ve hatiye kuştin.

Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku ji destpêka xwepêşandanan û vir ve, zêdetir ji 200 kesan ji alîyê hêzên ewlehîyê yên Îranê ve hatine kuştin, bi sedan kes birîndar bûne û bi hezaran kes jî hatine girtin.

Heman rexistin destnîşan dikin ku alozî bi taybet li herêmên Kurd yên Îranê diomin û heya niha nezî 40 Kurd ji alîyê hêzên ewlehîyê yên Îranê ve hatine kuştin.

Xwepêşandanên li Îranê di 16’ê Îlonê de di merasîma binerdkirina keça Kurd Jîna Emînî li bajarê Saqizê li eyaleta Kurdistanê destpê kirin û li seranserî welat belav bûne.

XS
SM
MD
LG