Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Artêşeke Nû ya Şîa Ava Dike


Pasevanên Şoreşa Îranê di merasîmekê de xwane dibin
Pasevanên Şoreşa Îranê di merasîmekê de xwane dibin

Ragihandina hikûmeta Îranê ya Artêşeke Yekbûyî jibo Rizgarîya Şîayan ji welatên derdorê re peyamê dişîne ku Tehran dixwaze rola xwe ya sîyasî û leşkerî li Rojhilata Navîn berfirehtir bike.

Şirovekar dibêjin, ev biryara Îranê dê nakokîyên olî û mezhebî li herêmê gûrtir bikin.

“Bikaranîna navekî tayîfî jibo vê artêşa Şîa dê girjîyên tayîfî li herêmê zêdetir bike,” Talha Ebdulrezaq, lêkoler li Zanîngeha Exeter ji Dengê Amerîka re got.

Ebdulrezaq herwiha da zanîn ku bi vê yekê “xwe wekî hêzeke herêmî û emperyalîst dide pêş.”

Ew hêz Pêncşema borî ji alîyê qumandarekî leşkerî yê Îranê, ku li Sûrîyê şer dike, ve hate ragihandin û armanca wê ew e ku şer li welatên Ereban bike û Şîayên ne-Îranî bîne nav refên xwe.

Di hevpeyvînekê de ligel ajansa Meşreq ya nûçeyan, Mihemed Alî Felekî, rêberekî Hêza Pasevanên Şoreşa Îranê (IRGC), got ku erkê sereke yê vê hêza nû dê li sê welatan be: Yemen, Sûrîyê û Îraq.

Wî da xuya kirin ku IRGC ji berê ve hêzeke Şîa di şerê Sûrîyê de beşdar kirîye. Çekdarên wê jî ji Pakistan, Îraq, Sûrîye û Lubnanê ne.

Şîrovekar dîyar dikin, damezrandina artêşeke mezhebî bi vî awayî wekî ragihandina şer e li dijî welatên Sunî wekî Erebistana Saudî.

Welatên Civata Hevkarîya Kendavê, bi serkêşîya Erebistana Saudî, Îranê bi wê yekê tawanbar dikin ku ew tundûtûjîya tayîfî û nakokîyên li herêmê gûr dike. Yek ji wan nakokîyan jî, ew dibêjin, piştgirîya serhildayên Husî yên Şîa li Yemenê.

“Di nav mehên dawî de peywendîyên Tehran û Rîyad yekcar têk çûne,” Resûl Nefîsî, pisporê sîyaseta Rojhilata Navîn ji Dengê Amerîka re da xuya kirin.

Wî got, dibe ku ragihandina vê artêşê wekî nîşandana hêzê be ji alîyê Îranê ve.

Li Yemenê, serhildayên Husî şerê hikûmeta Yemenê ya Sunî dikin. Husî daxwaza mafên Şîa li Yemenê dikin û Îranê jî piştgirîya wan kirîye.

“Damezrandina artêşeke wisa dê şerê li Yemenê xirabtir bike,” Meysa Şûja Eldîn got. “Husî yek ji komên herî birêxistin in li Yemenê û çi piştgirîyeke ji vî rengî dê wan di şer de xurtir bike.”

Li Sûrîyê jî, Îran dixwaze ku bandora xwe di şerê wî welatî de zêdetir bike. Îran û mîlîşyayên Hizbullah ya Lubnanî li wir piştgirîya hêzên rejîma Serok Beşar Esed dikin. Li gorî raportan, Îranê bi hezaran Afganîyên ku li Îranê dijîn şandîye Sûrîyê û herwiha gelek welatîyên Pakistanî jî wekî şervan anîye enîyên şer li Sûrîyê.

“Qumandarên Îranê şer jibo berevanîya rejîma Esed birêve dibin. Sûrî û şervanên ji welatên din wekî Lubnan û Afganistan li jêr rêvebirîya Îranê şer dikin,” Serdar Kazimî, şervanekî Afganî ku Sûrîyê revîyaye welatê Îmaratê, ji Dengê Amerîka re eşkere kir.

Li Îraqê jî, Hêza Heşda Şaabî ya Şîa ji alîyê Qasim Suleymanî qumandarê Hêza Quds ya Îranê ve tê birêvebirin, li gorî şirovekarê Îraqê Yasir Heyderî.

Şirovekar bawer dikin, bihêzkirina vê hêzê dê nakokîyên tayîfî li Îraqê û welatên din zêdetir bikin.

Hêjayî gotinê ye ku heta niha Îranê ti agahîyên berfireh derbarê damezrandina vê artêşê nedaye.

Raport ji alîyê Sîrvan Qiçço

XS
SM
MD
LG