Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranî Piştî Rêkeftina Navokî Cara Yekê Diçin Ser Sindoqên Dengdanê


Hemwelatîyên Îranî cara yekê diçin ser sindoqên dengdanê, piştî ku rêkeftina navokî ya dîrokî hate îmza kirin û hember sekinandina xebatên navokî, toleyên aborî yên ser wî welatî hatin rakirin.

Nêzîkî 55 mîyon Îranî tomarkirî ne ku di hilbijartinan de de jibo 290 kursîyên parlamanê yên bi giranî konservatîf dengê xwe bidin. Hilbijêr dîsa bo Civata Zanayan ya bi 88 endaman, ku çavdêrî li xebatên rêberê ruhanî Alî Xameneyî dike, dengê xwe bidin.

Tevî ku Îranî jibo qanûndanêran deng didin, gelek çevdêr encamên hilbijartinê wek dîyarkirina asta piştgirîya bo Serok Hesen Ruhani dibînin ku rêkeftina navokî kiribû rojeva xwe ya yekê.

Hêjayî balkişandinê ye, sala tê hilbijartina seroktîyê li Îranê heye ku wê Ruhanî hewil bide ku careke din bê hilbijrtin.

XS
SM
MD
LG