Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran ji Îraqê Dixwaze ku Rikeberên Kurd Radest Bike, Bingehên Wan Bigire


General Mihemed Baqirî
General Mihemed Baqirî

Serokerkanê Îranê General Mihemed Baqirî îro Sêşemê ji karbidestên Îraqî xwest ku rikeberên Kurd yên cudaxwaz, ku li wî welatî bi cîh bûne, rasdestî wan bikin.

Ajansa Reutersê ji ajansa nûçeyan ya nîvdewletî ya Îranê, ajansa Fars ragihand ku Îranê peyameke tund da karbidestên Îraqî û Kurdên wî welatî ku bingehên partîyên Kurdên Îranê jî bigirin.

Daxuyanîya Baqirî sê roj piştî êrîşa Îranê ya dijî nabenda Partîya Demokrata Kurdistana Îranê tê ku here kêm 11 kes di wê êrîşê de hatibûn kuştin.

“Divê hikûmeta Îraqê û karbidestên Kurd nehêlin ku bingehên rêxistinên cudaxwaz li herêmên bin kotrola wan hebin û divê ew wan terorîstên cudaxwaz teslîmî Îranê bikin,” Baqirî got.

Baqirî herwiha got ku mafê Îranê heye ku xwe biparêze.

“Hin welatên herêmî û Amerîka wan terorîstan ... diezirînin ku li nav tixubê Îranê operasyonan bikin ...û tiştên wiha ji alîyê me ve nayên pejirandin,” Baqirî got.

XS
SM
MD
LG