Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî bang li dengderên Îranê kir ku roja Înê bi girseyî biçin ser sandoqan û dijî dijminên Îranê, di pêyvajoya hilbijartinên giştî de helwesteke "xurt û coş" nîşan bidin.
"Dijminên Îranê dixwazin bibînin ku di roja dengdanê de gel amade ye yan na," Xamineyî got.
Hilbijartinên giştî yên Îranê- jibo parlamentoya bi 290 kursîyan û Civata Pisporên Serekî ya bi 88 endamî - wê di 1’ê Adarê de werin darxistin.
Xamineyî di gotarekê de bo dengdêrên ku cara yekê deng didin ser beşdarbûna bi rêjeyeke bilind ya hilbijartinan hişyarî da.
" Ger welatî bi rêjeyeke bilind neçin ser sandoqan, wê dijminên Îranê bi awayekî gefê li ewlekarîya me bixin,"wî got.
Hilbijartinên Îranê di demekê de tê kirin, ku dijminê herî mezin yê Îranê Îsraîl piştî êrîşa 7’ê Cotmehê li Gaza, dijî koma çekdar Hamasê ya bi piştgirîya Tehranê şer dike.
Şerê li Gaza, komên çekdar yên din ku Îran piştgirîya wan dike jî kişandiye nava şer, ku Hizbullaha Lubnanê û serhildayên Hûsî yên Yemenê jî di nav de hene.
Xamineyî di gotara xwe de Amerîka, welatên din yên Rojavayî û Îsraîl wek dijminên Îranê bi nav kir, ku aborîya welatê wî, jiber toleyên tund yên Washingtonê, li ber tekçûyînê ye.
Hilbijartinên Îranê herwiha di pêyvajoyeke hesas te pêk tên, di nava krîza kûr ya aborî û dema ku hîn jî bandorên xwepêşendanên girseyî tên dîtin, yên ku piştî kuştina jina cîwan ya Kurd Jîna (mahsa) Emînî di 2022’an de destpê kirin.
Li gor televîzyona dewletê ya Îranê, jibo parlementerîya çar salan berbijarîya 15 hezar û 200 kesan hatiye pejirandin ku 49 hezar kesan daxwaz kirine bibin namzet.
Di parlementoya Îranê de, 5 kursî jî bo kemaniyên olî yên Îranê têne veqetandin.
Hevdem, jibo Civata Pisporên Serekî ya bi 88 endamî, berbijarîya 144 kesan hatiye pejirandin, ku bo heyama 8 salan didome û Rêberê Olî yê Îranê destnîşan dike.
Ayetullah Elî Xamineyî yê 84 salî, di 1989’an de ji alîyê vê Civatê ve wek Rêberê Olî yê Îranê hat destnîşan kirin û 35 sale li ser kar e.
Li gor qanûnên Îranê, ew civat karên hikûmetê dinirxîne, kontrol dike, ser peymanan dengdanan dike û mijarên din rêve dibe.
Lê, di rastîya karkirinê de, li Îranê desthilatdarîya tam ya dawî di destê Rêberê Olî de ye ku niha Ayetullah Elî Xamineyî ye.
Li Îranê, ji 85 mîlyon serhejmêriya welat, zêdetirî 61 mîlyon kes dengder in.
Lê, hin şîrovekar pêşbîniya beşdarbûna kêm dikin, piştî ku di rapirsîneka televîzyona dewletê de, zêdetirî nîvê beşdaran ser hilbijartinan xemsarîya xwe dîyar kirin.
Jêder: AFP, AP