Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Vîrusa Korona Du Kes Kuştin


Wezareta Saxlemî ya Îranê ragihand ku vîrusa korona ya bi navê Covid-19 du kes kuştine.

Berdevikê Wezareta Saxlemî ya Îranê Kianus Jahanpur bi twîtekê da zanîn ku ew du kesên bi Covid-19 jîyana xwe ji dest dane, li nexweşxaneya bajarê Qumê derman dibûn.

Li gor agahîya Jahanpur dide, ew her du kes jî kal bûne û sîstema wan ya hezmê qels bûye.

Wezîrê Saxlemîyê yê Îranê Qasim Janbabî dîyar kir ku ew her du kesên jîyana xwe ji dest dane hemwelatîyên wan in.

Covid-19 li Wuhan ya Çînê derketibû û derbazî 24 dewletên din bûbû.

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) roja Sêşemê dîyar kiribû ku Covid-19 ketiye canê 75197 kesan û 2009 kesan jiber wê jîyana xwe ji dest dane ku ji wan bi tenê 3 mirin li derveyî Çînê bûn.

XS
SM
MD
LG