Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran jiber Vîrusa Korona Nimêjên Înê Betal Dike


Karbidestên Îranê didin zanîn ku vîrusa korona ya bi navê Covid-19 li wî welatî heta niha 92 kes kuştine.

Li seranserê Îranê hejmarê pêketên Covid-19 nêzî 3000’î bû.

Bo berpirsên hikûmetê û dîplomatan qedexeya derketina derveyî welêt hat ragihandin.

Medya dewletê ya Îranê dîyar kir ku li navendên eyaletên Îranê, nimêjên Înê jî hatin betalkirin.

Ajansa fermî ya Îranê jî da zanîn ku maçên futbolê heta 20’ê Adarê hatine rawestandin.

XS
SM
MD
LG