Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Îranê bi Vîrusa Korona Ketiye


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Amîrabdulahîyan bi vîrusa korona ketiye.

Reutersê ew agahî ji zarê berdevikê wezareta derve ya Îranê ragihand.

Li gor daxuyanîya wezaretê, rewişa Amîrabdulahîyan baş e û ew xebatên xwe di karantînê de didomîne.

Wezareta Derve ya Îranê do Duşemê dîyar kiribû ku Amîrabdulahîyan dê dawîya Mijdarê de bo civîneke aborî ya bi Hîndistanê re here wî welatî.

Ji daxuyanîya wezaretê dîyar nebû ku ewê Amîrabdulahîyan here civîna Hîndistanê yan ne.

Amîrabdulahîyan di danûstandinên bo jinûve aktîfkirina peymana navokî de bi awayekî rastexwe cîh nagire.

XS
SM
MD
LG