Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Derîyê Sînor yê bi Herêma Kurdistanê re Vedike


Îranê derîyêkî sînor yê bi Herêma Kurdistana Îraqê jinûve vekir.

Piştî referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê ya di 25'ê Îlonê de, Îranê di 15'ê Cotmehê de derîyên xwe yên sînor yên bi herêmê re girtibûn.

Vebûna derîyê sînor, medya fermî ya Îranê, IRIB'ê ragihand.

Berpirsê Derîyên Sînor Cahangîr Bakşî da zanîn ku li dû referanduma Herêma Kurdistanê û guherînên li wir derîyên sînor hatine girtin û îro derîyê Başmakê jinûvê vebûye.

Li ber e ku derîyên din yên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de di rojên pêş de vebin.

XS
SM
MD
LG