Hêzên ewlekarî yên Îranî do û îro Sêşemê li çend bajarên Kurdan asta tundîtûjiya ser xwepêşandanên dijî rejimê zêde kirine.
Xwepêşandan li Îranê di 16’ê Îlonê de destpê kir, piştî ku keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî hatibû kuştin.
Emînî jiber “ lixwekirina cil û bergên ne guncaw”, dema ku ew li Tehranê bû ji alîyê polîsên axlaqî hatibû desteser kirin û dû re jî hatibû kuştin.
Çavder û rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku alozî bi taybetî li heremên Kurdan zêde bûne û hêzên Komara Îslamî li van hereman dijî xwepêşanderên Kurd eciqandineke tund pêk tine.
Rêxistina Mafên Mirovan ya Hengaw do Duşemê ragihand ku li bajarên Sinê (Senendec), Saqiz û Dîwandere yên Kurdîstanê hebûna hêzên ewlehîyê yên çekdar yên Îranê rengekî berbiçav zêde bûye.
Hêzên ewlehîyê yên Îranê dijî xwepêşanderan gaza îsotê û rêkên din yên eciqandinê bi kar tînin.
Di xwepêşandanan de bi dirûşmên wek "mirin ji dîktator re", xwepêşender herî serekî daxwaza têkçûna rejîma olî ya dewleta Îranê dikin.
Rexistinên mafên mirovan dîyar dikin ku di tepeserkirina xwepêşandanan de, xencî polîsan, milîsên Besîc jî roleke girîng dilîzin. Besîc wek komeke girêdayî nobedarên Pasdaran tê zanîn û ew xwe wek dilxwazên Komara Îslamî bi nav dikin.
Hengaw herwiha da zanîn ku di xwepêşandanên li heremên Kurdan ji roja Şemîyê vir ve ku herî kêm 5 Kurd hatine kuştin û zêdetirî 150 Kurd jî birîndar bûne.
Li bajar û bajarokên eyaleta Kurdistanê dîmenên ku pevçûnên di navbera polîsên rejimê de û xwepêşandaneran nîşan didin têne weşandin.
Di gelek vîdyoyên ku ji hêla hesabeke bi navê 1500tasvir ve li ser Twitterê hatine parve kirin de, dengê çekên giran tê bihîstin.
Vîdyoyeke jî çend peqînan nîşan dide ku li taxeke Sinê ya paytexta eyaleta Kurdistanê jiber gulebarankirnan birûsk çêdibin.
Çalakvanan li ser torên civakî dibêjin ku jimareke kesji alîyê hêzên ewlehîyê li do li eyaleta Kurdistanê hatine kuştin.
Îran, jiber xwepêşandanan welatên Rojavayî û komên opozîsyonê û taybetî jî partîyên Kurdan tawanbar dike ku Pasdarên Şoreşê yên Îranê di rojên dawî de çend caran êrîşî bingehên wan yên li Îraqê kiribûn.