Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson: Divê Mîlîsên bi Piştgirîya Îranê ji Îraqê Derkevin


Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson dîyar kir ku di serî de mîlîsên ku Îran piştgirîya waan dike, divê hemî çekdarên biyan yên dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) şer dikin, vegerin welatê xwe.

Tillerson, di serdana xwe ya Erebîstana Saudî de da zanîn ku divê çekdarên biyan rê bidin Îraqîyan ku jiyana xwe jinûve ava bikin.

‘’Têkoşîna dijî DAIŞ’ê ber bi dawîyê ve diçe. Mîlîsên Îranî yên li Îraqê û hemî çekdarên biyan divê vegerin malên xwe’’ Tillerson di preskonferansekê de got.

Tillerson, bi hevtayê xwe Saudî Ahmed el-Cubeyr, Qralê Erebîstana Saudî Selman bîn Abdulazîz el Suud re kom bû. Wezîrê Amerîkî, piştî wan bi Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî re jî civînek li dar xist.

XS
SM
MD
LG