Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Hazirîya Vekirina Mizgeftan Dike


Îran dê li hin herêmên ku lê pêketîyên nû yên vîrusa korona tune ne, mizgeftan veke.

Li gor daxuyanîya serokomarîya Îranê, herêmên li welêt dê di ser hejmara pêketî û mirîyên vîursa korona re bibe sê beşên bi rengê sipî, zer û sor.

Herêmên bi rengên sipî dê bikaribin mizgeftan vekin û bo nimêja Înê jî dê destûr were dayîn.

Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Îranê pirtir ji 90,000 pêketîyên vîrusa korona hene 5710 kesan jiber wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG