Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Firotana Petrolê Wekî Berê Didome


Cîgirê Serokomarê Îranê Îshaq Cîhangirî dîyar kir ku tevî toleyên Amerîka jî ew firotana petrolê didomînin.

Ji roja Duşemê vir ve toleyên rêvebirîya Amerîka yên dijî petrol, fînans û barkêşîya Îranê di merîyetê de ne.

Îranê dabû zanîn ku Amerîka dijî aborîya wê tole ragihandine û dîyar kiribû dê dijî wan li ber xwe bidin.

Cîhangirî ji Ajansa Nûçeyan ya Tasnîmê re ragihand ku heta niha ji wan çiqas petrol hatiye xwestin wan firotîye.

‘’Amerîkî jiber propagandayên xwe rastîyan nabînin’’ Cihangirî got.

Wî dîyar kir ku bi gelek kompanîyên petrolê re danûstandin kirine û ser firotana petrolê formul dîtine.

Toleyên nû piştî Serok Donald Trump, Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişand destpê kirin.

Trump dîyar dike ku Îran li gor peymanê tevnagere û dibêje ku Tehran piştgirîyê dide komên li Yemen, Sûrîye û Lubnanê şer dikin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG