Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran ji Hin Beşên Peymana Navokî Vedikişe


Hikûmeta Îranê ragihand ku ji hin beşên peymana navokî ya di sala 2015’an de hatibû îmza kirin, vekişîye.

Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî, xêncî Amerîka ji welatên dîn peyman îmza kirin re da zanîn ku ti plana wan ser vekişîna ji temamê peymanê tune.

Ruhanî dîyar nekir ku ew ji kîjan beşên peymanê vekişîne.

Tehran dide zanîn ku piştî toleyên Amerîka, Fransa, Almanya, Çîn û Rûsya li gor şertên peymanê tevnagerin.

Serokê Amerîka Donald Trump di Gulana 2018’an de Washington ji peymanê vekişandibû û toleyên dijî Tehranê di Mijdara 2018’an de jinûve ketibûn merîyetê.

XS
SM
MD
LG