Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran ji Hin Şertên Peymana Navokî Vedikişe


Îranê biryar da ku ji hin şertên peymana navokî ya ku di sala 2015’an de îmza kiribû vekişe.

Ajansa nûçeyan ya ISNA ragihand ku biryara vekişîna ji hin şertan Konseya Ewlekarîya Neteweyî ya Îranê da.

Tehranê hefteya borî ji Çîn, Fransa, Almanya, Rûsya û Brîtanya re dîyar kiribû ku ewê êdî li gor hin şertên peymanê tevnegere.

Amerîka sala borî ji peymana navokî vekişîyabû û hin toleyên dijî Îranê jinûve destpê kiribûn.

Yekîtîya Ewrupa (YE), Almanya, Fransa, Fransa û Brîtanya didin zanîn ku ew dixwazin ku peymana navokî bi hemî şertên xwe bidome.

XS
SM
MD
LG