Berdevikê wezareta derve ya Îranê Seîd Xetîbzade îro Duşemê dîyar kir ku di danûstandinên ser vejandina peymana navokî ya 2015'an ya di navbera Îran û hêzên cîhanî yên li Vîyanayê de "pêşketineke girîng" pêk hatiye.
Xetîbzade destnîşan kir ku di danûstandinên Vîyana de heta ku ser her tiştê neyê lihevkirin ser ti tiştekê nabe ku biryar were girtin.
Hevdem, Xetîbzade di presskonferansa heftane de got ku pirsgirêkên mayî yên herî dijwar in."
Wî da zanîn ku Konseya Bilind ya Ewlekarîya Netewî ya Îranê danûstandinên Viyana bi rê ve dibe û Rêberê olî yê Îranê Ayetulah Alî Xameneyî rasterast ser pêyvajoyê agahdar dike.
Amerîka ji peymana navokî ya navneteweyî di 2018'an de vekişîya û serokê wê demê Donald Trump dijî Îranê toleyên nû yên giran ragihand.
Tehranê bi zêdekirina safîtî û asta uranyuma ku dewlemend dike û herwiha berhev dike, bersîv da, yên binpêkirina pîvanên peymanê ne.
Brîtanya, Fransa, Almanya, Rûsya û Çîn hîn jî alîyên peymanê yên bi Îranê re ne û hewl didin ku peymanê rizgar bikin.
Danûstandinên nerasterast navbera Îran û Amerîka yên li Vîyanayê ji Nîsana 2020'an vir ve, di nava fîkarên ser pêşketinên navokî yên Tehranê de didomin.
Welatên Rojavayî xebatên Îranê yên navokî mîna qonaxeke bêveger dibînin, heke ku di demeke nêzîk de peymanek pêk neyê.
Peymana navokî dewlemendkirina uranyumê ya Îranê sînordar dikir da ku çêkirina materyalên bo çekên navokî dijwartir be, di berdêla rakirina toleyên navnetewî de.
Herwiha, belgeya pêşnivîsa pêymanê mijarên din jî zelal dike, di nav de yên wek serbestberdana bi milyar dolarên Îranê yên di bankên Koreya Başûr de û azadkirina girtiyên rojavayî yên li Îranê jî hene .