Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Gelek Bajarên Îranê Protesto Pêk Tên


Li gelek bajarên Îranê jiber kêşeyên aborî û daketina xurt ya rîyalê xwepêşandan li dar dikevin.

Ajansa fermî ya Îranê IRNA ragihand li Sarî, Şîraz, Ehwaz û Meşhedê protesto pêk hatine.

Li Sarî ya bakurê Îranê bi qasî 100 kes beşdarî xwepêşandanê bûn, lê nayê zanîn ku çend kes beşdarî xwepêşandanên li bajarên din bûne.

Li gor IRNA’yê, polîsan mudaxaleyî protestoyên bêdestûr kir. Rojên Sêşem û Çarşemê jî bi qasî 200 kes li Karaj, ku li rojavayê Tehranê ya paytaxt e, protesto pêk anî.

IRNA dîyar kir ku xwepêşandaneran hewil daye ku zararê bidin sazîyên dewletê, lê polîsan mudaxele kiriye.

Di hin dîmenên ji bajarê Gohardaşt de, ku li ser sosyal medya hatine belav kirin, xuya dibe ku bi dehan xwepêşandaner daketine sûkan, maşîneyên polîsan dişewitînin û slogana ‘’Mirin bo Dîktator’’ dibêjin.

Polîs bi gaza rondikrêj mudaxaleyî protestoyan dike. Dîmenên ku ji sosyal medya hatine belav kirin hîn ji alîyê jêderên serbixwe ve nehatine piştrast kirin.

Rîyala Îranê, berî toleyên Amerîka yên ku li ber e roja Duşemê werin ragihandin, di daketinê de rekor şikand.

Meha borî jî jiber daketina rîyalê protesto li dar ketibûn û di navbera polîs û xwepêşanderan de pevçûn çêbûbûn.

XS
SM
MD
LG