Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Ger Amerîka bo Ruhanî Vîza Nede Ewê Beşdarîya bo Civîna NY'ê Betal Bike


Hasan Ruhanî
Hasan Ruhanî

Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî ger heta çend saetan ji Amerîka vîza nestîne nikare beşdarî civîna Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê.

Ajansa fermî ya Îranê dîyar kir ku ger Amerîka bo Ruhanî û Wezîrê Derve Cevad Zarîf vîza nede her du nûner jî dê beşdarîya bo civîna NY’ê betal bikin.

Girjîya di navbera Amerîka û Îranê de di mehan dawî de bo toleyên aborî gur bûye.

Washington ser êrîşên dijî kompanîya Aramco ya Erebistana Saudî jî, Îranê tawanbar dike.

Tehran dide zanîn ku Amerîka bi toleyan dixwaze zexta li ser Îranê pirtir bike.

XS
SM
MD
LG