Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê Sonda Tolhildana Êrîşa Dijî Tirba Şax Çerax ya Şîayan Dixwe


Dîmeneke ji tirba Şax Çerax ya Şîayan ya li bajarê Şîraz ya li başûrê Îranê, piştî êrîşa kujer ya DAIŞ’ê; 26 Cotmeh,2022.
Dîmeneke ji tirba Şax Çerax ya Şîayan ya li bajarê Şîraz ya li başûrê Îranê, piştî êrîşa kujer ya DAIŞ’ê; 26 Cotmeh,2022.

Fermandarê Pasdarên Şoreşa Îranê, Husên Selamî ragihand ku wê tolhildana êrîşa dijî tirba Şax Çerax ya Şîayan ya li bajarê Şîraz bigirin, ku do pêk hat û rexistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) berpirsîyarîya êrîşê girt ser xwe.

Li bajarê Şîraz yê Îranê dijî dijî tirba Şax Çerax ya Şîayan ya li bajarê Şîraz, do Çarşemê êrîşeke hat kirin ku herî kêm 15 kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûne.

"Em bi zelalî dîyar dikin: agirê tolhildana gelê Îranê wê êrîşkaran bigire û wan bo van kiryarên şermdar bide cezakirin," Selamî got.

Karbidestên Îranî ragihandin ku yek êrîşkar piştî gulebarankirin û birîndarkirinê ji aliyê polîsan ve hatiye girtin.

Medya dewletê Îranê got ku ew êrîşkar ne Îranî ye, lê netewbûna wî eşkere nekir.

Medya Îranê herwiha êrîşkar wek terorîstên tekfîrî" bi nav kir, ku Tehran bo pênasekirina mîlîtanên Sunnî yên tundrew yên mîna DAIŞ’ê bi kar tîne.

Dîmenên ku îro Pêncşemê li ser televîzyona dewletê hatin weşandin, nîşan didin ku êrîşkar bi çenteyekê ku tê tifing heye dikeve tirbê û dest bi gulebarnkirinê dike, dema ku mirov hewl didin birevin û xwe veşêrin.

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî soza bersiveke tund ya vê êrîşê da û got ku dijminên Îranê nekarîne wan parçe bikin.

Wezîrê Derve Huseyîn Emîr-Abdûllahîyan jî got ku Tehran wê dijî "terorîstan û navbeynkarên biyanî" tevbigere.

"Vê tawanê nêta nebaş ya pêşvebirên teror û tunditûjîyê ya li Îranê bi tevahî eşkere kir. Agahîyên pêbawer hene ku dijminan projeyek piralî bo bêewlehkirina Îranê amade kirine," Abdûllahîyan got.

Rêberê olî yê bilind Ayetullah Elî Xamineyî jî îro Pêncşemê bang li Îranîyan kir ku bibin yek û got ku kesên li pişt êrîşê ne "bê guman wê werin cezakirin"

"Erka me hemûyan e kuem hemberî dijmin ,xayîn û sixurên dijmin re tevbigerin. Dijî bêrêzîya jiyana gel, ewlehîyê û bawerîyan divê sazîyên ewlehîyê, dadwerî, bizavkarên qada ramanê û gel bibin yek," Xamineyî got.

DAIŞ ku demekê li seranserê Rojhilata Navîn gefa ewlehîyê dixwe, berê jî gelek êrîşên li Îranê girtibû ser xwe; tevî du êrîşên kujer yên di 2017’an de ku parleman û tirba damezrînerê komara Îslamî Ayetullah Xumeynî kiribûn armanc.

Karbidestên Îranî jiber êrîşa li paytexta eyaleta Şîraz ya do bo 3 rojan şîn ragihandin.

XS
SM
MD
LG