Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dijî Hêza li Sînorê Sûrîyê Nerazîbûnê Nîşan Dide


Îranê ser planên Amerîka yên çêkirina hêzeke nû li sînorên Sûrîyê bertek nîşan da.

Karbidestên Îranê dîyar dikin ku plana nû dê bêîstiqrarîya li Sûrîyê zêdetir bike û rewşa wî welatî ji berê xirabtir bike.

Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî ji serokê meclîsa Sûrîyê re, ku serdana Îranê kiribû, da zanîn ku plana Amerîka dijî yekîtîya axa Sûrîyê gefek e.

Gotinên Ruhanî li ser malpera serokomarîya Îranê jî hat belav kirin

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Bahram Qasemî dîyar kir ku hêza bi pêşengîya Kurdan dê alozîya li Sûrîyê gurtir bike û ew hêza ‘’bi awayekî eşkere’’ li karên navxweyî yên wî welatî mudaxaleyek e.

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka dide zanîn ku ewê hêza nû ji 30,000 kes pêk were û heta niha 230 kes perwerdehîya xwe temam kiriye û li sînor bi cîh bûne.

XS
SM
MD
LG