Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medyaya Îranî Dibêje di Encama Ketina Firokeke Şer de 3 Kes Mirine


Dimeneke ji qada ku îro firokeke şer ya F5 ya Amerîkî ku ji alîyê artêşa Îranê ve dihat bikaranîn, li bajarê Tebrîzê ketiye xwarê, 21 Sibat,2022

Televîzyona dewleta Îranê îro Duşemê ragihand ku firokeke şer ya F5 ya Amerîkî ku ji alîyê artêşa Îranê ve dihat xebitandin, li bajarê Tebrîzê ketiye xwarê.

Televîzyonê da zanîn ku firok li dîwarê dibistanekê ketiye û di encamê de 2 pîlot û kesek li erdê mirine.

Berdevikê artêşa Îranê Şahîn Taqî-Xanî dîyar kir ku got ku dibistan di dema qezayê de girtî bû.

Wî got ku li gor nîşanên destpêkê têkçûna teknîkî wek sedama ketina firokê xuya dike, lê ew lêkolîna ser bûyerê didomînin.

Pispor dibêjin ku tomarên ewlekarîya hesmanî yên Îranê nebaş in, jiber ku gelek caran firokên we ketine, ku tê de gelek firokên Amerîkî ku Îranê berîya şoreşa îslamî ya 1979 kirîbûn, hene.

Amerîkayê di 1980'an de piştî ku xwendevanên Îranî, dîplomatên Amerîkî dîl girtin, bi Îranê re têkilîyên xwe yên dîplomatîk qut kirin û dijî Îranê tole ragihand ku bo Tehranê kirîna perçeyên firokên leşkerî û sîvîl dijwar kir.

XS
SM
MD
LG