Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Îranê Bersîva Hişyarîyên Trump Da


Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf bang li Serokê Amerîka Donald Trump kir ku dijî Tehranê gefan nexwe.

Zarîf ji medya civakî ser gotinên Trump, ku ji Twitterê Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî hişyar kiribû, bertek nîşan da.

Zarîf bi hin tîpên mezin û bi Îngilizî dîyar kir ku gef li ser wan ti bandorê çênakin.

‘’Em bi hezaran sal in li ser vê axê dijîn û ya me jî di nav de, me dît ku gelek dewletên mezin li vir têk çûn. Hebûna me ji temena hin dewleta dirêjtir e. Baldar bin’’ Zarîf nivîsî.

Trump roja Yekşemê bang li Ruhanî kiribû ku careke din ‘’bi ti awayî’’ dijî Amerîka gefan nexwe û dabû zanîn ku ger ew gefan bidomîne ewê bobeletên dîrokî bibînin.

Hasan Ruhanî berê ji Tehranê re dîyar kiribû ku ger ‘’Amerîka bi êgir bilîzê ewê heta hetayê poşman bibe’’

XS
SM
MD
LG