Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Îro Ser Kêşeyên Heyî Dicivin


Medya Îranê ragihand ku Îran û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî îro Sêşemê careke din dest bi danûstandinên ewlehîya deryavanî dikin.

Danûstandinên her du alîyan ji 2013’an vir ve cemidîbûn, lê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî dixwaze di sistkirina girjîya heyî de roleke erênî bilîze ku navê xwe yê wek navenda ewle ya bazirganîya cîhanî biparêze.

Ajansa nîvfermî ya Îranî ISNA ragihand ku kêşeyên wek ewlehîya sînorên hevbeş, serdana hemwelatîyên her du alîyan, derbazbûna qaçaxî ya sînoran û pirsgirêkên deryavanî dê werin nirxandin.

Karbidestên ji Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ser naveroka danûstandinan heta niha ti daxuyanî belav nekirine.

XS
SM
MD
LG