Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serfermandarîya Îranê Qebûl Kir ku Firoka Ukraynî bi Xeletî Xistine


Serfermandarîya Îranê daxuyanîyek nivîskî belav kir û ragihand ku firoka rêwîyan ya Ukraynî bi xeletî xistine.

Serfermandarî diyar kir jiber gef û daxuyanîyên serok û artêşa Amerîka, li hember êrîşan Îran jibo xwe parastinê di asta jor de di tedbîran girtibû.

Herwiha jiber ku radarên wan li dor esmanê Îranê tevgerên zêde ferq kirine, parastina sîstema esmanî jî li hember êrîşan anîne dereceya pir hesas.

"Di nav şertên hesas ya krîzê de firoka Ukraynî ji Firokxaneya îmam Humeynî rabû. Di dema vegerê de pir nêzî bingeheke leşkerî ya Muhafizên Şoreşê de derbas bû. Bilindahî û sekna firokê wekî ku êrîş bike xuya kir. Di bin van şertan de firoke bi xetaya mirovan hatîye xistin"

Serfermandarîya Îranê ji malbatên rêwîyê firokê lêborîn xwest û got kesên berpirs dê ceza bikin.

Wezîrê Derve yê Îranê Muhammed Cevat Zarîf jî jiber bi xeletî firokê xistine ji malbatan lêborî xwest.

Serokomarê Îranê Ruhanî jî got "Ev ne mijareke wusa ye ku bê xem tevbigerin û xetayê bidin alîyekî.

"Di heqê berpirsên vê facîayê divê lêpirsîn destpêbike û di heqê berpirsan de jibo vê xeletîya ku nayê efû kirin doz vebibe" got Ruhanî.

Îran qutîya reş ya firokê dê bişîne Fransayê.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di hindurê firoka rêwîyan ya Ukraynî de hemî 176 rêwî hatibûn kuştin ku herî kêm 63 ji wan hemwelatîyên Kanada bûn.

Wezîrê Derve yê Ukraynî Vadym Prystaiko ragihandibû ku 82 qurbanî Îranî, 63 Kanadî, 11 Ukraynî, 10 Swêdî, 4 Afganî, 3 Alman û 3 jî Brîtanî bûn.

Medya Kurdî jî destnîşan kir ku ji welatîyên Kanadayê 12 kes Kurd in.

XS
SM
MD
LG