Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdheja li Sînorê Îran û Tirkîyê li Wanê 8 Kes Kuştin


Elbak
Elbak

Îro Yekşemê serê sibê li Xoy ya Îranê, ku li sînorê Tirkîyê ye, bi pileya 5.9 erdhêjek çêbû.

Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê ragihand ku li Elbak ya Wanê 8 kesan jiber erdhêjê jîyana xwe ji dest dane.

Li gor daxuyanîyên karbidestên Tirk, jiber erdhejê 21 kes birîndar bûne û ji wan rewşa 8 kesan giran e.

Erdhêja ku navenda wê Îran bû li wî welatî çend kes kuştine hîn ne dîyar e.

Karbidestekî ji medya dewletê re da zanîn ku ti kes jiber erdhejê jîyana xwe ji dest nedaye.

XS
SM
MD
LG