Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Gefa Bersîvdaneke Xurt li Dijî Amerîka û Îsraîlê Dike


Huseyîn Selamî

Cîgirê fermandarê Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) îro Duşemê hişyarî da Amerîka û Îsraîl tawanbar kir ku destê wan di êrîşa dijî rêdeçûna leşkerî ya li Ahvazê heye.

Huseyîn Selamî di axaftina merasîma kuştîyên êrîşê de hişyarî da ku ewê wek tolhildana wê êrîşê, bersîvdanake wêrankar ji Îranê wergirin.

“We berê tolhildana me dîtibû... Hunê bibînin ku bersîvdana me dê çawa tund û wêranker be û hunê bi kiryara xwe poşman bin,” Selamî got.

Di rêdeçûna leşkerî ya Şemîyê de herî kêm 25 kes li Ahvaz hatibûn kuştin ku 12 ji wan endamên Nobedarên Şoreşê bûn.

Di merasîmê der girseyên amade diruşmên “mirin ji Îsralê re, mirin ji Amerîka re” qerîyan.

Weîzrê Berevanî ya Îranê Amir Hatemî jî hişyar kir ku divê “terorîst” li benda tolhildana gelê Îranê bin.

XS
SM
MD
LG