Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran, Washingtonê Ser Petrolê Hişyar Dike


Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf dîyar kir ku ewê firotana petrolê û karanîna Derbazgeha Hurmuzê bidomînin.

Zarîf di civîneke li Washingtonê de Amerîka hişyar kir.

Wî da zanîn ku ger Washington hewil bide ku Tehranê rawestîne divê ew bo encamên wê jî hazirîyan bike.

Amerîka bang li 8 dewletên ku ji Îranê petrolê distînin kiribû ku heta 2’ê Gulanê wê kirîn – firotanê bi dawî bikin.

Washington dîyar dike ku ew bi toleyên ser Îranê hewil didin ku rê li ber qezencên rejîma Tehranê bigirin.

XS
SM
MD
LG