Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Îranê: Xizanî li Îranê Mîna Tsunamî Fireh Dibe


Medya fermî ya Îranê ji zarê Serokê Civata Bajêr ya Tehranê Muhsîn Haşemî Rafsancanî ragihand ku xizanîya li Îranê ‘’bi bandora tsunamî’’ li ser civakê firehtir dibe.

Amerîka hazirîya toleyên aborî yên hîn tund dike û li gor Rafsancanî ewê nirxa dirava Îranî hîn daxe, enflasyonê gurtir bike û hêza kirînê kêm bike.

‘’Feqîrî îro mîna tsunamî li ser gel belav dibe’,’ Rafsancanî got.

Rafsancanî di axaftina xwe de dîyar kir ku karbidestên Îranê bi rêbazên berê nikarin kêşeyên aborî çareser bikin.

Wî da zanîn ku sazîyên sîvîl yên ne girêdayî dewletê û hin malbat dikarin gelê Îranê ji ‘’afata aborî’’ biparêzin.

Rafsancanî kurê mezin yê Serokomarê berê yê Îranê, Ayettullah Ekber Haşemî Rafsancanî ye.

Serokê Amerîka Donald Trump çend meh berê Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişandibû û piştre dijî wî welatî toleyên aborî ragihandibûn.

Di nav toleyan de, qedexeya bo kiryarên aborî, sînorkirina maşîne û firokên bazirganîyê hene.

Çaverê ye ku Amerîka di meha Mijdarê de toleyên tundtir ya dijî endustrîya petrolê û bankaya navendî ya Îranê ragihîne.

XS
SM
MD
LG