Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandanên li Îranê Didomin


Protestoyên li Îranê di roja pêncan de didomin. Karbidest radigihînin ku xwepêşandaneran ku polîsek kuştiye.

Ji destpêka protestoyan ve cara pêşî ye ku karbidestekî ewlekarîyê tê kuştin.

Karbidestên li Najafabadê dîyar kir xwepêşandaneran gule bi ser polîsan de reşandine, polîsek hatiye û kuştin û sê polîsên din jî birîndar bûne.

Kanala dewleta Îranê da zanîn ku kesên çekdar hewil didin ku navendên polîsan û bingehên leşkerî bi dest bixin.

Ji dîmenên sosyal medya xuya dibe kul i Birjand, Kermanşah û Şadeganê protesto didomin.

Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî bi daxuyanî got ku ‘’Rexnekirin û protesto fersendek e, ne gef e’’

Daxuyînya Ruhanî li ser malpera serokomarîyê hat weşandin.

Ji roja Pencşêmê heta niha 16 kes di protestoyan de hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG