Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Îran û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Ser Yemenê Axifîn


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Amîrabdulahîyan bi hemtayê xwe yê ji Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Şêx Abdulah bîn Zayed re ser Yemenê axifîye.

Reutersê ew agahî ji zarê ajansa dewletê IRNA ragihand.

Li gor ragihandina ajansa dewletê, Amîrabdulahîyan û hemtayê wî ser mijarên dualî û herêmî peyivîne.

Her du wezîran bal kişandine ser pêşdebirina peywendîyan.

Amerîabdullahîyan ser normalbûna peywendîyên Îsraîl û hin welatên Kendavê, ku di nav de Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî jî heye, nerazîbûna xwe nîşan da.

Wî got ku ‘’hebûna rejîma sîyonîst bo ewlekarîya herêmî gefan’’ çêdike.

XS
SM
MD
LG