Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandanên Girseyî li Îranê Tevî Eciqandinan Didomin


Dîmeneke ji xwepêşandanên li Îranê, Tehran, 27 Îlon, 2022.
Dîmeneke ji xwepêşandanên li Îranê, Tehran, 27 Îlon, 2022.

Ajansa fermî ya nûçeyan IRNA ragihand ku polîsên Îranê îro li bajarê Zahedanê herî kêm 57 "serhildêr" desteser kirine, girtin piştî ku xwepêşanderan kevir avêtin û êrîşî bankan kirine.

IRNA ev nûçe ji zarê berpirsê polîsê eyaleta Zahedanê, Ehmed Taherî ragihand.
Vîdyoyên îro li ser medya civakî hatine belavkirin, nîşan didin ku xwepêşanderên li Zahedanê bi rengekê qelebalix li kolanan dimeşin.

Girseya li kolanên Zahedanê qirînên wek "Bimre dîktator", "Bimre Besîc" bi kar tînin ku rêberê Bilind Ayetullah Alî Xamineyî û milîsên Besîc yên rejîma Komara Îslamî destnîşan dikin.

Reuters dide zanîn ku Ajans nikare vîdyoyan bi rengekî serbixwe piştrast bike.

Zahedan, paytexta eyalete Sîstan-Belûcistanê ye ku li başûrê rojhilata Îranê cîh digire û wek axa Belûcîyan tê zanîn.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) dibêje ku li Zahedanê di alozîyeke 30’ê Îlonê ya piştî nimêja Înê, hêzên ewlehîya Îranê, herî kêm 66 kes bi êrîşeke tund kuştine.

Ji alîyê din, malpera komeke xwepêşanderan 1500tasvir îro vîdyoyeke weşand ku dibêje xwepêşandanên li navenda bajarê Îsfehanê nîşan didin.

Malpera 1500tasvir hevdem vîdyoyeke din jî belav kir ku dibêje dîmenên bajarê Mahabadê ya Kurdan in, ku nîşan dide ku xwepêşander agir li kolanên bajar agir pêdixin.

Bizavkar dîyar dikin ku ew di weşandin û belavkirina vîdyoyên xwêpêşandanan de rastî astengîyên dijwar in, jiber qedexeyên înternetê yên li Îranê ku ji hêla karbidestan ve hatinedanîn.

Ajansa HRANA ya bizavkaran jî ragihand ku di xwepêşandanan de heya niha herî kêm 244 kes hatine kuştin ku 32 ji wan zarok in.

HRANA herwiha got ku 28 endamên hêzên ewlekarîyê hatine kuştin û zêdetir ji 12 hezar û 500 kes jî di xwepêşandanên li 114 bajar û bajarok û nêzî 81 zanîngehan hatine girtin.

XS
SM
MD
LG