Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Beşdarîya Cevad Zarîf ya bo Hilcivîna Davosê Betal Bû


Swîsreyê beşdarîya bo Hilcivîna Davosê ya Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf betal kir.

Berdevikê Wezareta Derve ya Îranê Abas Musevî li Tehranê bi daxuyanîyekê ragihand ku Zarîf bo bernameya li Davosê hatiye vexwendin, lê piştre ew vexwendin betal bûye.

Rêberên dewletan, rêvebirên kompanîyan, akademîsyan û nûnerên sazîyên sîvîl, di navbera 21 û 24’ê Çileyê de bo Foruma Aborî ya Cîhanê li Swîsreyê kom dibin.

Hilcivîna Davosê îsal dê cara 50’an li dar keve.

XS
SM
MD
LG