Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê 2 Zelam Sêdare Kirin


Îranê 2 Zelam Sêdare Kirin
Îranê 2 Zelam Sêdare Kirin

Ragihandina dewletê li Îranê dibêje, karbidestan 2 zilam sêdare kirin, yek ji wan bi tawana casûsîyê jibo dezgeha zanyarîyên Îsraîlê Mosad ê.

Ajansa peyamên ÎRNA ragihand ku Ali Sîadat îro Sêşemê hat îdam kirin bi tawana dirûst kirina peywendîyan ligel Mosadê li sala 2005'ê.

ÎRNA dibêje, Alî Sîadat 60.000 dolar wergitin li hemberî vegûhastina nepenîyên gelek taybetên Îranê ji Îsraîlê re. Ajans dibêje wî nepenî sebaret firokên şerî yên Îranê û zanyarîyên dî yên leşkerî dane Tel Avîv.
Her wusa ÎRNA ragihand ku zilamekî din bi navê Alî Saremî hatîye sêdare kirin îro Sêşemê, bi tawana şerê dijî Îranê. Ajans dibêje, Saremî endamekî komela Mûcahidîn Xelq a terorist bû.

.

XS
SM
MD
LG