Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Rastî Erdhejê Tê


Bajarokê Mescid Sulêman - Xuzistan
Bajarokê Mescid Sulêman - Xuzistan

Roja Duşemê li herêma başûrê rojhilatê Îranê erdhejek bi hêza 5.7 li gor pîvana Richter pêkhat, zêdetirî 100 kes birîndar bûne û ziyan gihandine avahiyan.

Ajansa ILNA ya nîv-fermî dide zanîn ku ji hejmara 112 birîndaran 7 kes li nexweşxanan tên dermankirin û kesekê kal ji egera nexweşîya dil jiyana xwe ji dest daye.

Tîmên rizgarkirina çûne herêmaerdhejê li bajarê Mescid Slêman û li herêmên çiyayî yên herêma Xuzistan ya hevsinor li gel Îraqê alîkariya xelkê herêmê dikin, nêzî 6000 kes li 25 gundên herêma Erdhejê hene.

Îman Nazarpour xweciha herêma erdhejê gote ajansa AP, erdhej bo sedema heriftina avahiyên navenda bajêr, herwiha welatiyê bi navê Rahîm Zaherî gotiye, ji sedema erdhejê hin avahî wêran bûne û hin jî rastî derzîn û tîkbûnê hatine.

Îran dikeve ser hêla erdhejê li cîhanê, sala 2003an dîsan rastî erdhejek bihêz hatbû, li bajarê dîrokî Bam nêzî 26,000 kes mir bûn

XS
SM
MD
LG