Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Xwepîşandanên Iraqê de, Yek kes hate Koştin û bi Dehan kesên Din Brindar Dibin


Xwepîşanderek li Bexda paytextê Îraqê bi goleka hêzên ewlehîyê hate koştin lidema xwepîşandanên berdewam ewên daxwaza gohartina desthelatdarîya Îraqê dikin.

Çavkaniyan dan zanin, xwepîşanderek liser pira Ehrar ya Bexda, ko yek ji Sê pirên sereke yên Bexda ye liser destê hêzên ewlehîyê hate koştin û 17 kesên din brindar bûn.

Li aliyeka, xwepîşandan li Şeva Şembîyê li bajarê Kerbela derkeftin û hevçûn dinavdera wanda û hêzên ewlehîya Îraqê çêbûn ku bo egera brindar bûna 45 kesan û ji wana 32 xwepîşander bûn û 13 endamên hêza ewlwhîya Îraqê bûn.

Her ji dema destpêkirina xwepêşandanên Îraqê li despêka meha 10 xpîşandanên mezin tevaya bajarên Başûrê Îraqê bixweve girtîn ko 341 kes hatine koştin.

Qada Tehrir ya Bexda yê boye navenda lihevhatêna xwepîşanderan û bi hezaran kes di her rojekê de bixwev digre.

XS
SM
MD
LG