Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Amerîkî: Panetta Piştgîrîya Mana 3,000 Leşkerên Amerîkî li Îraqê Dike


Karbidestên Amerîkî: Panetta Piştgîrîya Mana 3,000 Leşkerên Amerîkî li Îraqê Dike
Karbidestên Amerîkî: Panetta Piştgîrîya Mana 3,000 Leşkerên Amerîkî li Îraqê Dike

Wezîrê Berevanî yê Amerîkî Leon Panetta dibêje, heta nûha tu biryar nehatîne dan jibo mana hêzên Amerîkî li Îraqê.

Li gor rêkeftineka navbera herdu hikûmetên Amerîkî û Îraqê, divê hemû hêzên Amerîkî heta dawîya sala 2011 li Îraqê bihêne vekêşan.

Lê belê karbidestên leşkerî dibêjin, birêz Panetta piştgîrîya planekê dike jibo mana 3,000 leşkerên Amerîkî li Îraqê wek beşek li hêzeka hîn û fêrkirina leşkerên Îraqê.

Leon Panetta roja Çarşembî li New Yorkê gote peyamnêran, piştî encamdana danûnstandinan bi rêberên Îraqî re biryar li ser mana jimareka leşkerên Amerîkî li Îraqê dihête dan.

XS
SM
MD
LG