Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq 18 Balafirên F-16 li Amerîkayê Dikire


Balafirên F-16.
Balafirên F-16.

Hikûmeta Îraqê 18 balafirên F-16 li kompanya Lockheed Martin ya Amerîkî dikire, di bizavekê de jibo bihêzkirina şiyana berevaniya esmanî.

Şîretvanê Serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî roja Sêşembî got ku Îraqê beşekê perê wan balafiran da Lockheed Martin, bêy ku bêje ew pere çend e.

Îraq herwiha dixwaze 18 balafirên din her li wê kompanyayê bikire.

Lockheed Martin ragihand ku ew kêfxweş in Îraq dibe 26-emîn welat ku balafirên F-16 bikar tînin.

XS
SM
MD
LG