Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malikî Daxwaza Yekîtî û Tenahiya Siyasî Dike


Nûrî El Malikî.

Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî roja Yekşemê daxwaza yekîtî û tenahiya siyasî kir.

Di gotarekê de li Bexdayê, Malikî herwiha daxwaza bihêzkirina parastina Îraqê kir piştî tevaya hêzên Amerîkî li wî welatî hatin vekêşan.

Îraq bi qeyraneka siyasî derbaz dibe, di demekê de ku rewşa siyasî ya wî welatî aloztir bû piştî hikûmeta Malikî fermana girtina Cîgirê Serokê Îraqî Tariq El Haşimî da rojekê piştî vekêşana hêzên Amerîkî li Îraqê.

Haşimî, ku Sunnî ye, bi terorê hatiye tawanbarkirin.

XS
SM
MD
LG