Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqîn li Bexda û Musilê


Teqîn li Bexda û Musilê
Teqîn li Bexda û Musilê

Di du teqînên li dijî hêzên parastina Îraqê de roja Sêşemê herî kêm sê kes hatin kuştin û 18 kesên din birîndar bûn.

Karbidest dibêjin, bi sedema teqîna otomobîlekê li xaleka vekolîna artêşa Îraqê li Musilê, leşkerek û kesekê sivîl hatin kuştin. Di wê teqînê de herwiha 12 kesên din birîndar bûn.

Li Bexda ya paytext jî, karwanekê polîsan li taxê Meştel rastî êrîşekê hat û di encam de kesekê sivîl hate kuştin û şeş kesên din birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG