Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Milyonan Şîe Bo Merasîma Aşûre Çûne Kerbelayê


Bajarê Kerbela, Sêşembî, 6 Meha 12, 2011.
Bajarê Kerbela, Sêşembî, 6 Meha 12, 2011.

Bi milyonan Musilmanên Şîe roja Sêşembî çûne bajarê Kerbela li Îraqê bo beşdarîkirin li merasîma Aşûrayê.

Hêzên ewlekarî li seranserê parêzgeha Kerbelayê belav bûne jibo parastina kesên ku serdana Kerbela dikin.

Li bajarên din yên Îraqê jî merasîmên Aşûra bi rê ve çûn û li parêzgehên Musil û Kerkukê hêriş li dijî wan merasîman hatin kirin.

Aşûra yek e ji pîroztirîn merasîmên Musilmanên Şîe û salvegera kuştina Îmam Hûsên e, ku neviyê Pêxember Muhemed e.

Îmam Hûsên li sala 61’ê li gorî salnama koçî li deşta Kerbelayê hate kuştin.

XS
SM
MD
LG