Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kêşeya Îraqê Aloztir Dibe û Rêberên Sunnî Diçin Kurdistanê


Cîgirê Serokê Îraqê Tariq El Haşimî.
Cîgirê Serokê Îraqê Tariq El Haşimî.

Qeyrana Siyasî li Îraqê aloztir dibe û rêberên Sunnî yên Îraqê diçin Herêma Kurdistanê.

Desteya Dadwerî ya Îraqî biryar da ku çûna Cîgirê Serokê Îraqê Tariq El Haşimî bo dervey welat qedexe bike, rojekê piştî hêzeka parastina Îraqî li balafirgeha Bexdayê bersîngê Haşimî girt.

Hevdem, Haşimî û rêberên din yên Sunnî çûne Kurdistana Îraqê jibo kombûnê bi rêberên Kurd re. Cîgirê Serokê Îraqî Salih El Mutleg û wezîrê diravî yê Îraqî Rafî El Îsawî roja Duşembî li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê re civiyan.

Lîsta El Îraqiye, ku ji layê Sunniyan ve dihête piştevanî kirin, roja Yekşembî boykotkirina parlamentoyê ragihand. El Îraqiye xwedan 82 endam e di parlamentoya 325 endamî de.

XS
SM
MD
LG